Dem êvare  – Sherzad Zeynelabidin 

 

Dem êvare û pawîza li me xinzirî
Rev û roye bab nema li hûviya kurrî
Meh tebaxe û pîş û pelex  kuzirî
Tevnê ristî careka dî bû hirî
Ketîn xefka bo me danay gawirî
*********************************
Ev çi wexte ev çi sale çi zeman ?
Li vê cîhanê qed neman bext û eman
Çi galgale kul û xem her bo me man
Leşker zore her wekî xîzê çeman
Sotin gund dar û rez mêwa tirî
********************************
Leşkerê dujmin gurêxey ser birre
Bê hiş û bîr  her wekî sey yê dirre
Van firoka wekî stênga mirrmirre
Reşand kîmya û bomb û topa gurrgurre
Babê wîjdanê eve jî mêje yê mirî
*********************************
Were sehke vê cîhanê ey bira
Tev di bê dengin mîhin di pîstê gura
Kanê aştî , ka tenahî , ka çira  ?
Bese bese , bes biken medh û tirra
Çav niqandin dê bêy dev yê vedurî
**********************************
Zulm û zorî her me dît ji destê neyar
Xûn herikî bax û rez mane beyar
Bê hewar û bê egîd û bê siyar
Kanê rastî , ka yeksanî , ka jiyar ?
Evê carê çirayê me vemirî
*********************************
Kanê koma milleta evro dixewin
Maf û wîjdan baş bizanin direwin
An em Kurdîn lewma bo me na çewin ?
Dê rôjek hêt birînên me dê kewin
Şûna kevra balgehên me bin hirî
*********************************
Vê tawanê hemî dibînin aşkera
Lê kes nabêt ev ne başe ey bira
Ji gund û mala wem ketîn bin çadira
Sirr û serma yê me digezin wek gura
Li hîviya ga bizêt qed jê naxoyîn em firî
********************************
Ger bibin êk pêgve rabin ey heval
Dujmin dê şkêt çend hebin tîr û metal
Buhara me dê xemlîtin sor û al
Dê avabît bo me dewlet û pergal
Dê riswa bît dujminê xwdan kurî .
Kampa Mêrdînê 1989
Bîrhatina  Enfala 1988 ê .
Sherzad Zeynelabidin

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *