Bi sonda giran hûn bele ne
Bela serê gelê me ne
Çi rêber û serokpartî hene
Tevî nexweşî û ezezî û pûtperestên me ne
Ji dijmin re hûn tevî caş û peya û kole ne
Û hûn hemî dizê gelê me ne
Û xwûnmijên ked û hebûna me ne
***
Bi sonda mezin hûn bele ne
Bela serê gelê me ne
Hûn nexwedî baş karin û ne ewle ne
Û hûn ne ciyê baweriya me ne
We wendakir Kerûk û Efrîn cî û werê me ne
Û perîşan hîştin Şengal û Êzîdiyên me ne
We nema hêdî rûmet û rêz li nav kurdên me ne
Nema em dibin mirûd hêdî em azade ne
Barkin ji nav me, besê me ne haqas derd û bele.
12 – 08 – 2019


Gotin û ramamên we rast in, û dê wezê jî ji gotina dostekî ku şîrove kiribû li ser gotareka pîlanzanî (sêyasê), û nihrînên wî jî nêzîk bûn ji wûte û peyvên we ve, û gotina herî bi hêz gotibû:
“Em Kurd, hem derd in û hem derman in !”
Silavên dillînî (ji dill) bo we.