Ey neyarê qaf seqet!
Te ti sey wernegirtin ji dîrokê qet
Te bawerkir gelê Kurd jihevket
Lê bawerke tu li tehtê ket
Hezar salin em li rûyê dagirkeran dertên û biçek û rext
Û ti caran me seriyê xwe danenî û raneket
Û herdem deng bi qurşîna hat û me ket
Û em bêdeng neman û me kire kefte-left
Û êrişa we ya xwûnrêja dawîn vala derket
Û carek din weke caran hûn têkçûn û bibin ket
Berî we me bidehan dagirker derkirin ji vê axê û jîn serbest
Ev wara Kurdistan e warê bax û gulan û bext
Ne warê hovan û kujdar û xwûmijên qerêj û sext
Herzar silav li giyanê we be ey keç û xortên qehreman û mert.
02 – 02 – 2022


Tev rind silavên xweş bext
ji vir heya cem we dirêşt
rind û narîn geş bû, ev hel-best