Sed cara dil -»Şêrzad Zeynelabidîn

Ji dûrya te perêşan im
Ji qehra da wêran e dil
Heta kengî dê her sojim?
Ku her agirbaran e dil

Bendeyê zolfa bi xunav e
Heyranê wan xalan e dil
Ji bilî te ma bo kê ye ew?
Bo naza ber malan e dil

Her rojeka bêy te biçît
Çendê bi qehr û kovan e dil
Wek nêrgiza şehla û mest
Li çavên xumar belan e dil

Ger bêjî ma çi hal e yar?
Ji nalêna talan e dil
Ma bo kê ye dilê bîmar?
Ji bo cana canan e dil

Ka lez bike bilezîne
Nê hêşta bê semyan e dil
Nizim qed ew nadadetin
Bilind e li ber çelan e dil

Çend bargiran û xemkeşî
Te bar mîna çîyan e dil
Te sîng pirr dirr û mirarî
Çi bêder û xerman e dil

Te dil bû goma evînê
Bê gerde ne spîtman e dil
Te dil zêrrê cocelandî
Ku çend merd û dodman e dil

Qey ji vî dilî tu natirsî?
Şûrekê bê kavlan e dil
Ev dile bo te li taq e
Bê dergeh û astan e dil

Min dil bû pûşê zerbeyî
Yê te îro zêrrkan e dil
Yê min pîr bû bi cehêlînî
Li bin zulma salan e dil

Dilê min xirte bê av e
Te hewdik û guldan e dil
Dilê min belg tev jê weryan
Yê te hêşta zozan e dil

Yê min geda û kole ye dil
Yê te şahê şahan e dil
Ger roj li dêmî azirî
Li sehrayê seywan e dil

Kesê dî ew qed nabînît
Bi çavên te mojgan e dil
Her çenda dûr jî bî bila
Her û her yê bi jivan e dil

Her vekole tu vî dilî
Gilkena li ber tevran e dil
Ev dile bû derya xema
Ku herdemê bi fîxan e dil

Ji awirên çavên belek
Çendê lal bê ezman e dil
Qed rojekê rohin nabît
Her yê bi mij û moran e dil

Dil deryayeka bê bin e
Yê bê gez û pîvan e dil
Bo dilên bi agirî sotîn
Tenha ew e derman e dil

Çi şêveka nû pilxane
Xweş sote û kêlan e dil
Ger çi derman te nedîtin
Bo bîmara luqman e dil

Li ser xatra çavên xumar
Ji bo tîra nîşan e dil
Ji vê êkê herê xemgîn
Çendê bi êş û jan e dil

Ma qey dilên rast û drust
Ma hêşta tu di bêy man e dil?
Ka bêlayê bixemlîne
Nêzîk e li te mêhvan e dil

Ma bo kê dil dê bişkurrît?
Tenha bo Kurdistan e dil.

15.12.2010