Çem û bilbil –   Beyar Robarî

Çem û bilbil

Dostên hev bûn ji dil

Avakirin jiyanek ji sosin û fil

Bûn hevparê wan jîndar û gul

Çiya ji wan re bû pişt û mil

Teht û zinar di çemê de bibûn pil

Baskên balindan di avê de man şil

Çem herikî rast-çep gule-xul

Xwand bilbilê evîndar ji qinyata dil

Xweş hat dengê wî wek zengil

Bersîva wî hat ji pepûka reng kil

Warê wan bû mebesta balind, mêşemol û qimil.

23 – 01 – 2024