Lê kurdê lê nazdarê!
Were ji te re bêjim
Çîroka Berxwedana Garê
Şêrîn ax wek buharê
Li vê axê berxwedan heval û hevalê
Wek qehreman û qehremanê
Gule berdan mahrê hêvarê
Dijminê Tirk û poz kirin axê
Û stû badan wek tayê darê
Ew revî jiber şervanan berî sibe hilê
Wek roviyan tev tariya şevê
Û wezîrê wan rewî wek segê derê malê
Û kir hefe-hef weke demên parê
Kurd netirsîn ji guregura firokê
Ma wê çawa wê bitirsin ji hefehefa segê!!!
Bijîn gerilayên me û bijî Berxwedana GARÊ.
15 – 02 – 2021

