Di ser ku piraniya cavnehêrê siyasî gotin ku ti lihevkirin çênebûna, di navbere Rûsiya û Tirkê de, û wilo jî di navbere Amerîka û Rûsiya de, li ser herma Kurdî û pêşeroja Rêvebiriya xweser. Lê di va roje dawî de, tê xwiyanikirin, ku yan lihevkirinin çêbûna, yan ji çêdibin.
Xwekişandina laşkerê Tirk, û paşxistina êrîşa wê, li gor ku midiya li ser di axê, ne dûra, belkî li ser projena li hev hatibin.
Roj bi roj hêza Rêcîmê dikevê cugrafiya Rêveberiya xweser de, û daxwaziyên Rûsî ji rêveberiyê girantir û hişktir dibin, yek ji daxwazên wê, HSD gereka xwe ji hin deveran bikşênê, de ku leşkerê Rêcimê bikevê deûsa wan de.
Gihaya wê astê, Rûsiya berî di roja ji Rêveberê xwest rê bide hêza Rêcîmê da bikevê herma Menbec de, yan ji wê çarçovê bumbebarankê!
Heya çi warî ev zirtên han rastin! wê bêna xwiyanî kirin di rojê nêzîk de.
Hemberî vê daxwazê pasporê Amerîkî bê deng dimênên, ji ber wilo pirs derdikevin.
1- Gelo Amerika sozin dana Ardogan di civîna dawîde?
2- Yan jî lihevhatineka leşkerî di navbere Amerîka û Rusiya de çêdibê?
3- Gelo Amerika dixwazê ji Roj Ava ê Kurdistanê derkevê?
4- Gelo dixwazê sucekî ji xwere peydekê? da hindirwê Amerika, û bi teybet partiya Komar dijî Koçka Sipî (rêvebiriya Co Bayidin) nerabin, û wek problêma Ivganistanê dûbara nebê, ya ku hişt polê Dimoqrata di nav milet de dakevê.
5- Gelo ji ber wilo pasporê Amerikî Rêvebiriya xweser tehfdidin de dexweziya gift û goyê ji Rêcima Ased bikê?
Yan leyistikeka Siyasî li dûv heya? Di nav de, belkî, destpêka lihevhatinekê leşkerî bê di navbere Amerika û Rûsiya de, li ser pirsgrêka Sûrî, wê bibê destpêdikin gift û goyên siyasî.
Problêma Rêvebiriya xweser ya herî hesaniya bê ser rastkirin di ware siyasî de, ji ber ku problêmên Rêkberê (Sazên Musilman ên kevneperest) wê neyên ser rastkirin bi rên siyasî, şer reya yekemîne di pêşeroja wana da. Û ev caraserî tê rawistandin ji ber metrsiya koçbara, yên ku wê ji heremên wan (Idlib) berê xwe bidin Tirkiyê, û ev yek ji problêmên herî giranin li ser pişta partiya Ardogan, û wilo jî ji Orupe re.
Amerika (Riverberya Bayidin) Xweş di zanê ku Rêveberiya xweser bighê pêwendina bi Rêcîmê re yan ji bi Rûsiya re, wê bibê dest pêka derketina wêna ji Sûrî.
Û wilo jî destpêka lawazkirina Rêveberiya xwesre, yan ji serdariya wê bimênê di çarcovne teng de.
Di hemberê vê zelalê de, em dur nabînin, ku Amerika û Rûsiya wê li hev bikin ji bo mana wê di Roj hilatî çemê Furatê de, ji bonî milisê Iranî xûrtir nebin di hermê de, û metrsiyê zêdetir nekin li ser parastine Israyêl.
Li ser dexwiyanên midiya dawî, mirov dizanê ku di sikakên diblomasî tarî de, hin lihevkirin bûne, di navbere Rûsiya û Tirkê de:
1- Lê Amerîka wê bihêlê wek wan guhertinên ku (belkî)li Menbêj yan Til Rifaat bêna kirin, li roj Hilatî Fûratê çêbibin?
2- Wê Amerika bihêlê li Roj Hilatî Fûratê hêzên Rêcimê û pêra Milîsê Iranî bibna ên sereka, û hêzên HSD ên têna naskirin wek peşek ji leşkerê hevpeymanya navdeuletina, bêna windakirin yan bê semiyan bimênin?
Heya vê demê, hemî axivtin û daxwiyanên ku derketina ji berpirsiyarên Amerikî, dijî projiya Rûsî û Rêcimê na, û nayê xweyakirin ku payimanin wilo di navbere Amerika û Tirkê de çêbûna yan wê çêbibin, yan li ser hatibin gift û go kirin.
Pirsên herî giran, di vê çarçovê de, ên ku Rêveberya xweser gereka li ser bisekinin:
1- Wê Rêveberiya xweser karibê, bi tena xwe, Rûsia qayêl bike de Rêcîm bikevê gift û goyan de bi wan re, û wek ku herkes dizanê iro yek ji sisiya ji cigrafiya Surî di destî HSD ê de ya, lê beşkî pir mezin ji tevgera Kurdî li derve ye?
2- Rêvebariya xweser wê pirsgrêka miletê Kurd bike yek ji mijarê herî giring? Di navber xwe û Rêcimê de? Û ev (problêma Kurd ya natewî) ji Amerikara pêşkêş tire ji avakirna hermke Sotsiyalist navduletî.
3- Amerika û Rûsiya, û berpirsyarkî ji Netewên Yekbûyî wê bibin wek çavnehêran li ser civînên wan? Ji ber ku wek em dizanin Partiya Baas û herdû Rêcimên Esed her tim dijî miletê Kurd û pirsgrêka wan natewî bûn.
4- Amerika wê heul bidê ku hêza kurdi dî amade bibê di gift û goyan de.
5- Tirkiya wê bihêlê gift û go çêbibn di vavbera Rêveberiya xwesr û Rêcîmê de?
6- Tevgere Kurdî wê bikaribê şandekê bi nave miletê Kurd damezrênê, hembrî pilanê Tirkê û Rûsê û berdestikên wan. Yan dawiya pirsgrêka miletê Kurd li Surî tê plan kirin di navbere deûlatê kiring de, bihtir li gor daxwziya dagirkarên Kurd, bi teybet dema ku tevgera Kurdî di nakokên navxweyî de winda dibê.
Dr. Mehmûd Ebbas
Amerîka
8/11/2021


Tev silav û rêz ji we ra, û pê ra:
– Înan bike ku êdî lîst gihîştiye berve ast û pella dawî, li ser meydan û qada Sûriyê, û allî zellal bûn, piştî 10 salan ji şer.
– Tembevanî (counselor) Rêveberiya Xweser yî naskirî, Bediran Çiya Kurd, bi zellalî da-xuyand li pêş hemû kesan û got:
Amerîka doza Sûriyê ra-destî dewleta Rûsiya kiriye.
– Êdî doza tevgerên siyasî û leşkerî ku li îçî (hinder) sîrora Sûriyê kar dikin, kê werin û biçin livandin li gor berjewendiya Rûsiya, li asta herî silef.
– Loma jî, ez înan dikim û bawer dikim, heger em rind baş bizanibin ew berjewendiyên Rûsiya li Sûriyê çi ne, û yên ku astengî li pêş wan der-dikevin, çi ji allî rêjîm va, çi ji allî Turkiyê va, çi ji allî Îranê va. Ji ber ku ne hemû derî û rê li pêş Rûsan ve-kirî ne.
– Rûsiya dixweze rêjîma lewaz bibe, lê neyê şikestin ! Ji ber ku ew ayîntiya (that legistation) rêjîma Şamê pê-west e wekî mohr (mûr) ji bo paşerojê (the future).
– Rûsiya dixweze ku Îran lewaz bibe li nav Sûriyê, û nemîne wek rex (opposite) li dijî biryar û ferman û bandorên Rûsiya li ser rêjîma Şamê. Lê dîsan jî hez nake ku ew hêza Îranê û grêdayên wê werin şikestin 100 sed, û Rûsiya pê ra bi tena xwe li meydanê bimîne li hember Amerîka û Turkiyê û Îsraêl.
– Rûsiya dixweze ku Turkiyê ji Sûriyê ve-kişê, lê ne berî ku Rêveberiya Xweser hûne û tê ke bin paskên Şamê.
– Rûsiya rind baş dizane, ku nuha ew nikane bandor û zorê li ser Rêveberiya Xweser bike, ji ber ku Amerîka li paş e, lê dîsan jî pir rind baş dizane ku hêzên Amerîka xwe amade dikin ji bo ve-kişandinê ji Sûriyê, û ji vê LÊBORÎN û FERSE ra digere, ku mîna Afganistanê der-nekeve bi rû-reşî. Rûsiya li ser benî wext û demê dilîze !
– Turkiyê pir rind baş tê-gihîştiye ku êdî ew nikane tiştî bi ser-xe, ji vê pirtir ku yê li dest wê da, piştî ra-westin û ve-kişandina Amerîka û NATO ji pilanên Turkiyê ra, û êdî xwe bi tenê dibihîne li hember Rûsiya û Îranê .
– Loma jî êdî Turkiyê li ser van 2 pilanan kar dike:
Yekem, nehêle ku Rêveberiya Xweser bibe xwedî ferman û biryar û bibe serî xwe, her tim wan bi PKK va girêde, û ev tişt ji rastiyê ne dûr e, ku rewşekî wan fermî ava nebe mîna herêma başûra Kurdistanê
Duyem, Turkiyê kar dike û xebat dike û dilive, ji bo ku hemû herêma Rêveberiya Xweser ve-gerîne bin destî û pazkên (baskên) rêjîma Şamê. Û bihêle ku rêjîm li serî Kurdan xort bibe.
– Êdî di nav vê lîskê da, çi peyman (li-hevkirin) dê li hev werin û çi yên li hev neyên !? Û çawa Rêveberiya Xweser dê kanibe bilive û bilîze ?
Bimînin xweş-bar