(1980 – 2018)
Şêrzad!
Tu him şêr bûyî û him azad
Û herdem rû li ken û dil şad
Lê ez çi bikim dilovano te nebû mirad
Nîne kurê min li cîhanê dad
Ger hebûya tu wisa zû nediçûyî yad
Birîna çûyîna te mezine wek birîna Mehabad
Ji roja anîjiyana te de hinava min ji şewatê re bûya zad
****
Şêrzad!
Ey hinava bav û qinyata yad
Mela bişewte malê mirinê û binyad
Rakeve pakrewanê min wek pakrewanên Mad
Nîne wek te şêrîn zaro û çak
Ji min de û tev bira û xwak
Û hemî hogir û dostên dilsoz û pak
Hezar silav ji giyanê te re ey Şêrzad.
28 – 12 – 2020

