Rabe û rûn wek xatûn
Ey Sorgula çiyayê Lêlûn
Xweş xemle dar zêtûn
Ji deşta Cûmê re û sabûn
Rabe û rûn wek xatûn
Ey Bilbila çiyayê Lêlûn
Û destanên evînê bihûn
Ji hest û kezî û xwûn
Mela seyr bimînin Xanî û Cîgerxwûn
Rabe û rûn wek xatûn
Ey Sorgula çiyayê Lêlûn
Tuyî xanim û jîn û hebûn
Û xweşiya gul, nisirîn û zêzefûn
Salin li peyî salan ev dila jibo te dixwûn
Kengî roja me wê were û emê bijîn serxwebûn
Û qirkirin ji welatê xwe Efrîn
Dijminê Tirkî stûxar û dev bixwûn?????????
08 – 02 – 2021

