Rûken Zerdeşt
Ey şervana xweş helwest
Te nizanî bû çiye rawestandin û radest
Te avda axa Efrînê bi evîn û hest
Û xwûna xweya delal ew buheşt
Û te dagirkarên warê me bihalê xwe nehîşt
Te ji wan kuştin neyek, nedudu .. heyşt
Cangoriya te şervanê ji me re bû hêvî û geşt
Wek agirê Zaredeştê Kal û Kawayê şoreşhest
****
Ey Rûken Zerdeşt!
Bi te xweş hat Çiyayê Kurmênc û newal û deşt
Bend, çem, robar, gol û kanî ew buheşt
Jiber qurşînên we neyarê Tirk nizanî çiye danîşt
Dudu livr û pênc li wir û li derah bîst
Emê bikojin ji wan wek balind û bikin wîste-wîst
Û birevin ji Efrîn di şevek tarî de wek roviyê kesî pênebihîst
Bi cangoriya xwe Rûkena xweşewîst
Bîrewerîk mezin te dilovanê li pey xwe hîşt
Tê her xwe bimînî di dilê kurdperweran de ey neviya Zaredeşt.
20 – 03 – 2021
Rûken Zerdeşt:
———————-
Navê xwe (Gulîstan Ibrahîm) û navê dayîka wê jî xanim (Hesna) û navê cangora me (Zuhêr) e.
Ew xelka Efrînê ye û ji gundê (Basûfanê) ye. Rûken yek ji Hêzên Rigarkirina Efrînê bû. Di 17 vê mehê de (adar), li hember dagirkerên Tirk û hevalbendên wan, di şerekî dijwar û giran de jiyana xwe ji dest da, û çû ser dilovaniya xwe û teve refên cangorên Kurdistanê bû.
Hezar rehme li giyanê Rûken û hemî cangorên Kurd û Kurdistanê bin.

