Mere mere lawo mere!
Mere mere biyaniyê
Deriya biyaniyê kûrtire ji navê
Bawerî ticar nabe bi deriyê
Were bimîn ezê bi te dim şerbeta lêvê
Xweşiktire dilo ji hinar û sêvê
Ezê te bihevalê xwe kim teve hêvê
Were bimîn li ser vê zêr xwakê
Ezê ji te re bikim heyran dotomamê
Ger tu raziyî bibî ji min re kurê mamê
Û bicî hûnî xwaziya dilan evînê
Ji bilî te dilê min keçê kesî nabînê
Erê erê lawo erê
Dar hişînabin bê cot û merê
Û wealat avanabin bê şêr û xwûnê
Û evîn pêknetê bêyî tu rabî ser lingan û pê
Mêranî tenê tê ji mirovê dirust û çê
Û roj diherikin li pê rojê
Û nedrûre roja me ji nêzîk de bê
Were destê xwe bi destê min de vê sibê
Ez te hemêz û ramûsankim wek xerbî û gulê
Û mela kela dilê min û te bighê ezmê
Û çîroka min û te nav bide wek navê Xwedê
Û binivisînin li ser min û te ristevan nedestanek sisê.
31 – 03 – 2021

