Beyar Robarî- ŞÊRÎN BELATÊ

Şêrîn şêrîn belatê

Şêrîntirî ji xilatê

Û ji ew roya nû hilhatê

Vaye hat sersal piştî mehên xebatê

Rabe xwe bixemlîn wekî buharê

Û mela sor bidin rûyên te wekî hinarê

Û ez jî amedekim rûniştina hêvarê

Jibûna em derbaskin vê cejnê

Bireqs û govend û tev dayîk û bira û bavê

Û pêşwazîkin sala nû lê lebatê

Bihêviya xweşî û tendirustî û rizgariya Efrîn, Kerkûk û Alalaxê

Warên me kurdane ew zêrîn ax, lê nazdar belatê.

26 – 12 – 2023