Sibede roja Zimanê Kurdî ye. Bi vê bûneyê ez dixwazim wek reweşnbîr, ristevan û mamosteyê zimanê kurdî, çend axiftinan bikim û hêvîdarim hûn sûdakê jê bibînin.
Heger hûn rê bidin ji kerema, ez dixwazim gotara xwe bi vê metelokê dest pêbikim û metelok ya min e.
“Ziman welat û nasme û her mirov û netewekî ye”
Xwûşk û birayên hêja, dijminên gelê Kurd, şerê zimanê kurdî kirinî, dehe caran bêtir ji kurdan bixwe. Jiber kû dagirker baş dizanin heger zimanê netewekî wek netewa Kurd bindest, ew yekser têkdere û wenda dibe bi demê re. Jiber wê hemû dagirkeran di dîrokê de, herdem hewil danî û gava yekemîn piştî dagirkirinê zimanê xwe li ser gelê bindestên kirinî bêtivî û zimanê wî netewî qedexekirinî.
Farisan, Ereban, Tirkan, Fransiyan, Îngilîzan, Espaniyan, Birtûgaliyan, Rûsan Almaniyan, Îtaliyan, Holendiyan, hemûyan va kara kirinî.
Hûn dibînin ta roja hîro zimanê me li Îranê, Tirkiyê û Sûriyê qedexe ye. Jiber wê ji her kurdekî tê xwastin ji dil de li ser zimanê kurdî raweste û fêrî zimanê xweyî zikmakî bibe û zarokên xwe jî fêr bike û zimanê xweyî rojane bi kurdî ke. Fêrbûna zimên bixwe şoreşek e û jibûna em ji bindestiya çanda dijminan û rizgar bibinn, divê em fêrî zimanê xwe bibin û zarokên xwe jî bişînin dibistanên kurdî.
Zimanê me gelekî dewlemend û şêrîn e. Pir Kurd vê rastiyê nizanin, jiber kû nizanin bi kurdî bixwûnin û binivisînin û pir têgînin kurdî nizanin. Li hêla din, partiyên siyasiyên kurdî, birastî şerm û fedî nakin, kû ta roja hîro nikanin li hevdû rûnin û biryarekê bidin û zimanê kurdî biyekin.
Yekbûna zimanê kurdî bi birayar siyasî ve girêdayî ye. Kesên kû dibin û bûnî asteng li pêşiya yekîtiya zimanê kurdî biraderên mayî Soranin. Dema Tewfîq Wehbê, Ibrahîm Ehmed li gel Celal Telebanî elfbeya Soranî bi tîpên Erebî danînî, Elfbeya kurdî latînî hebû ya Mîrên Bedirxanî (Celadet, Kemîran) danînî. Ew dixwazin zarava Soranî biçûk û vala li serê gelê Kurd bi zimankin û bi vê gavê re gelê me jihevdû kirin û kirin dû perçekirin.
Bi dehe caran min û gelek rewşenbîrên din, banga Yekirina zimanê kurdî kirin, lê mixabin rêberên Kurd nexwastin van bangan bibhîsin. M. Berzanî naxwaze biraderên Soran ji xwe bixeydîne û PKK jî girîngiyê nade zimanê kurdî û di jiyana xweya rojane de zimanê Tirkî bikar tîne. Û jixwe YNK dixwaze zarava Soranî bikar hûne û hin biraderên Zaze ew jî dixwazin zarava Kirdikî li serê me biziman kin!!!
Hejmara kesên hîro bi zimanê kurdî baş dizanin bixwûnin û binivisînin naghîne milyonek Kurd. Û dema em civînekê çêdikin yekser şer dertê dinav me de, ka emê bi kîjan elfbeyê binivisînin!!!!
Nebes wisa, gava du Kurd tên ba hevdû nikanin jihevdû têbighînin, jiber zimanê me ne yek e. Gelo ev neşerm e??? Helbet şerme û şermek pir mezin e.
Heger Kurd dixwazin wek netew bimînin û wenda nebin, divê bi elfbeyê bikar hûn û têgînên xwe biyekin.
Kurdên xweşewîst, zimanê meyî fermî û bijavtî evê kû min gotara xwe pê nivisandî ye. Hin nezan û ne rind dibêjin Kurmancî zarav e. Ev ji binî de derew e û nerast e. Jiber em bi xwe re nabêjin em kurdin, em bi xwe re dibêjin em Kurmancin. Navê Kurd netewên dor me, ev nava li me kirinî û bitaybetî Yonaniyan.
Li dawiyê, daxwaz min ji her yekî /yekê ji we hûn xwe fêrî zimanê xwe bikin.
Bijî Roja Zimanê Kurdî û Kurd û Kurdistan.
15 – 05 – 2021
—————————————————————————————————–
Bûne: مناسبة occasion
Fermî: رسمي official
Têgîn: مصطلح term
Girîng: مهم important
Têgihîştin: فهم understanding
Dagirker: المحتل occupier
Biryar: قرار decision
Nasname: هوية شخصية Personal identity
Hejmar: عدد number
Yekser: مباشرة directly
Asteng: عقبة obstacle
Bijavtî: اللغة الفصحى classical language
Gotar: مقال article
****************************************************


Xweştirîn silav û mestirîn rêz bo we, Beyar Robarî can, û pê ra:
Pirsek bi çûk li ber ballê min ra, der-bas dibe, ew jî ev e: Ma şerm û fedî ye ku her yek ji me “Kurdan” bi zarava xwe binivîse, li bin merca ku hemû zarav bi tîpên Latînî binivîsînin … ?!I
Bimîne xweş-bar.
كاك بيار روباري المحترم
تحية
للاطلاع
https://www.facebook.com/groups/106365960189402/multi_permalinks=1011482009677788¬if_id=1621099965238858¬if_t=group_activity&ref=notif
محمد توفيق علي
If it’s the same article which you published it before time ago, and describing different Kurdish dialect, and giving more greeting to Soranî while we all know very well, that Soranî had be created almost 300 ago, because it not montioned in book SHARAFNAME at all.
And the most colorless point in that old article, is the ABSENCE of any solution from your side.
and two times, I asked you questions on those old articles. I think you aren’t one of a supporter to unify Kurdish writing in latin alphabet.