Ey jina Kurd lê gulnarê
Vaye dîsa hat Cejna Heyştê Adarê
Rabe ser pêyan û derê kolanê
Hilde serî û biçirîne hemû perdan nazdarê
Perdên zilm û zordariya mêr û bav û biranê
***
Ey jina Kurd lê gul ciwanê
Ey şêrîn wek xemla buharê
Xwedê tu nedayî tenê jibo kar û razanê
Û keyfa mêran şev li pey şevanê
Amedekî jêr xwarin û av û bike xweşiya dilanê
***
Ey jina Kurd lê dilovanê
Raneze ta tu bidestnexî mafê xwe lê ciwanê
Jiyana bê azadî û bêrûmet laşê mirî ye, lê giyanê
Bi va bûneyê ji te re birêdikim gul û evîn lê buhayê.
07 – 03 – 2021

