Ey gula gulan
Nazdara xweş dilan
Diyarî tene baxê gulan
Lê … lê Kurdistan
Lê … lê Kurdistan
Tuyî dayîk û bav û biran
Warê xweş mêr û şêr jinan
Warê Zîn û Mamê Alan
Xec û Siyabendê dilovan
Tuyî buhûşt .. tuyî jiyan
Tuyî bawerî .. tuyî Yazdan
Tuyî Zaredeştê Kal û Xwedayê mehrîban
Şêrînin çiyayên te û deşt û zozan
Û şêrîntirin ew şervanên qehreman
Xêra herdudiyan ta roja hîro em xweş man
Hezar gul jibo çiyayên me û keç û xortên şervan
Xweşî û azadî be li we lo kurdino gulan yara dilan.
02 – 05 – 2021
