Sakîne
Şêr-şepala Dêrsima rengîne
Dilê min bi kuştina te û herdû hevalan, birîne
Xoya deryakê tevî bes nîne
*
Ey Sakîne
Şervanî ne karê her kesîne
Û şepala wek te her dayîkek nîne
*
Sakîne
Bi kujdarên te re nîne mêranî
Jiber wê hûn kuştin bidizî weke rovî
Dilovanê ji xenaziyê re, nîne çareserî
*
Sakîne ey taca serî
Em Kurd bêkesin weke sêwî
Jiber wê em dikşînin ta hîro bindestî
Lê bi ked û bixwûn te û hezar hevalî
Ji nêzîk de emê bibînin û bijîn serfirazî
Tu kanî rehet tev hevalan, rakevî û razî.
12 – 07 – 2013
————————————————————
¹- Sakîne Cansiz:
Sala 1958`an li bajarê Dêrsmê ji dayîka xwe bûyî. Ew ji destpêkê de yek ji endamên Prtiya Karkirên Kurdistanê (PKK) bû. Sakîne ji serokê partiyê birêz A. Ocalan ve gelek nêzîkbû. Wê bi salan li Ewrupa karê partiyê birêve dibir û li salên dawiyê li Parîsê paytexta Fransa dima. Di 9`î meha çelê de, sala 2013`an bi xenazî hat li komela kurdan hate kuştin, tev Fîdan Dogan û Leyla Soflvylemez hevalên wê. Laşê Sakînê li Dêrsmê hat vaşartin
*****
Rindtirîn û xweştorîn silav ji bo birayê hêja Beyar Robarî
Bi rastî ev helbest hêja ye, bi taybet jî ji ber sal vagera kuştina her sê nihrewanan* li roja 9ê Çelê.
Ew dijminî bi vê rengî tirsonek, jê ketiye û pê re nîne karî mêranî.
Ûmûd û hêviyên min ku reh û can Sekîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soflvylemez li buhûşta aramiyê de rawestin, û ked û cafê wan ji bo rezgarkirina Kurdistanê vala nebe, ew in pejna (yekemîn tava royê li berbangê) rêya azadiya me ne.
Tenê pirsek û daxuyanek min hene.
Pirs:
Ew wûte û peyva ( Xenazî ) li hundir helbestê çi wate û mehna wê heye ?
Ma ew jî bi wûta ( Xenzirî, xenzirandin … hwd) girêdaye ..?! Yê ku bi wate şewitandina por û mû ye.
Daxuyan:
Peyv û wûteya ( Derya ) yê parvekirî li navber zimanên Kurdî û Farisî, û hindek zimanên dî yên Îranî.
Faris jî dibêjin ( Derya ), lê heger em rakolînên fîlolojî (phylology) bidin pêş xwe, emê bibînin ku şemitandinek navber du tîpên ( D ) ↔ ( Z ) heye navber Kurdî û Farisî, mîne:
Kurdî Farisî
zanist ↔ danist
zava ↔ damad
zere ↔ dil
zîv ↔ dîv
Û wisan jî : Zerya ↔ Derya
Û li çand û filklora Kurdî pir kilam û stran hene bi namî (navî) Zerya an Zeryê … ! wekî
Hoy Zeryê Zeryê Zeryê .. Lê Zeryê
Zeryê gundî me çar in .. Lê zeryê
Her çar jî bê yar in .. Lê Zeryê
Li dawî dîsan jî dem û rojên we bi xweşî û şadî bin.
li gel silavê rêzberî
* Nihrewan = Nihrevan = Pakrewan
An jî wekî ku bi erebî dibêjin ( şehîd ), ku mi(n) wergera wê bi wateya ( Nihrîn, Nêrîn )ê ve girêdaye, wekî erebî, lê bi rastî ez nizanim ev wergera diê çiqas rast be .. !
Wekî ez wûtaye ( Pakrewan ) bi xwe ji du peyvan aferî ye ( Pak ) û ji ( Rewan = Reh = Giyan ), bi koka xwe ve qet bi wateya ( Nihrîn, nêrîn ) ve ne girêdaye.
Kek Rêzan,
Zor sipas jibo serinca (comment) te. Ez kanim tenê bersîva pirsa te, ya li ser wateya peyva “XENAZ” bidim. Jibe rev nekarê min e.
Xenaz: traitor- خائن
Pirsên din karê mamosteyên êtomolojîya (etymology) zimênin. Ev jî beşek zimên serbixwe ye. Divê mirov dîroka peyvan (bêjeyan) xwendibe û bizanibe.
Têbînî 1: Li gor min peyva ZERÎ ne deryaye. Û gotina zeriyê gundê me şeşin, tê wateya şeş keçên çîl (blond). Wek ez zanim ZERÎ (blond) e. Lê dibe jî kû y ate rast be!
Ji bilî wê, tiştên te gotinî ji rastiyê ne dûrin, jiber dayîka zimanê kurdî û Farîsî yeke û bi demê re jihev cûdabûnî û heryek bûyî zimanek serbixwe ye.
Pir caran hin tîp xwe dugharin û tîpin din şona wan digire, û ev jî tiştek normal e.
Numîne: Ap -> Av.
Têbînî2:
Bi kurdî du peyv hene jibo gotina (Şehîd).
Cangor: Ev peyva wek xuya dike lêkdirev e. Yanê ji du peyvan pêktê. Can û gor û wateya wan jî zelal e.
Pakrewan: Lê ez ne bawerim kû ev peyva jî lêkdireve. Li gor min ji peyva (Pak) û paşgîna (rewan) pêktê. Yanê –rewan paşgîne ne peyve.
Lêkdirev: compound word
Paşgîn: suffix
Pêşgîn: prefix
Agahî: Tu kanî berhemên min bi kurdî di malpera rojnameya: PENUSANU.COM de, bixwûnî.
B. Robarî